Cenazeya şehîd egîd hate oxirkirin

Serêkaniyê : bi sedan şêniyên bajarê serêkaniyê cenazeya şehîd egîd elî ê ku di encama teqîna mayinê li bajarê reqayê de şehîd bibû li goristana şehîdan a bajarê serêkaniyê oxir kirin .
Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG.YPJ de despêkir piştre li ser navê saziya malbatên şehîdan a bajarê serêkaniyê birêz şêxa axivî despêkê bi xêrhatina hemû kesên hazir kir û sersaxî ji malbata hemû şehîdan xwest û bi taybet malbata şehîd egîd .


Her weha li ser navê saziya RMCO şervan mustefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd egîd re west û soza şopandina riya şehîdan heya bighêjin sûryeke azad û demokrat dûbare kir .
Li ser navê malbata şehîd egîd ozlem welat axivî bi xêrhatina hemû kesên beşdarî merasîma şehîd egîd kir û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got em bi şehadeta egîd serbilindin û em xwîna şehîd egîd li serok apo û tevahî gelê kurd pîroz dikin .
Piştî xwendina nasnameya şehîd rêhevalên şehîd egîd cenazeya wî rakirin ser milan û di nava dirûşmeyên dilaoziya bi şehîdan re cenazeya şehîd egîd li goristana şehîdan a bajarê serêkaniyê spartin axê .