DIRBÊSIYÊ – Siyasetmedaran komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kirin û dane zanîn ku dê bi lidarixistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, komplo têk biçe.
Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, şêniyên Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê beşdarî meşa azadiyê ku di bin dirûşmeya ″kes nikare roja me tarî bike, azadiya Ocalan azadiya me ye″ li Dirbêsiyê hat lidarxistin bûn.
Di meşê de, nûnerên Rêxistinên Siyasî û Civakî girîngeya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî vegotin. Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Edalet Umer jî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û anî ziman ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, bandoreke mezin li ser rewşa Ocalan dikin.
Operasyona qirkirinê
Edalet her wiha destnîşan kir ku hêzên komploger bi Tirkiyê re beşdarî operasyona qirkirina gelê Kurd bûne û wiha domand: ″Bi berxwedana Ocalan, komploya navneteweyî têk çû û girtîhega Îmraliyê veguherî dibstana azadiya gelan.″
Derbarê lidarxistina Kogreya Neteweyî de Edalet da zanîn ku di vê pêvajoyê de lidarxistina Kongreyê girînge û wiha got: ″Dê lidarxistina Kongreyê bandoreke mezin li ser rewşa Ocalan û têkbirina komployê hebe. Her wiha dê bandorê li ser rewşa gelê Kurd di qadên herêmî û cîhanî jî bike.″
Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Azad Remo komplo şermezar kir, roja 15′ê sibatê wekî rojeke reş bi nav kir û wiha domand: ″Ev roj ji bo tevahî mirovahî û gelên azadîxwaz, rojeke reşe. Ocalan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, lê ji bo azadiya tevahî gelên herêmê têkoşiya. Ji bo ku em armanca Ocalan pêk were û gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî were lidarxistin.″