REQQA – MSD′ê serdana bajarê Tebqayê û Bendava Firatê yên rizgarkirî kir û rizgarkirina wan li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir.
Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed, Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD′ê Hikmet Hebîb, mîralayî Husam Ewak, Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsê Ebdulqadir El-Mûhid û Endamên Meclîsê serdana bajarê Tebqayê û Bendava Firatê yên rizgarkirî kirin.
Şande li ser Bendavê rawestiya û bi navê MSD′ê Hikmet Hebîb axivî, rizgarkirina Tebqayê û Bendava Firatê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir. Her wiha spasiya QSD′ê kir ku gelek serkeftin bi dest xistin û soza domandina têkoşînê û piştgiriya QSD′ê da.
Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed jî rizgarkirina bajar û Bendavê li şervanan, şehîdan, malbatên wan û tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û wiha got: ″Dê di demeke nêz de Bendav were sererastkirin û bikeve xizmeta gel de.″
Her wiha şandeyê serdana çeperên şer jî kir û piştgiriya xwe ji hêzên QSD′ê re nîşan dan.
Niha Bendava Firatê ji mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandine, tê paqijkirin.