YJŞ`ê: Em ê tola jinên Êzidî û jinên cîhanê rakin

– Fermandariya YJŞ`ê roja 8`ê Adarê li tavahî jinên cîhanê pîroz kir û soz da ku tolhildana jinên Êzidî û tevayî cîhanê rakin.yjs-copy

Fermandariya YJŞ`ê bi boneya roja 8`ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşandiye û di daxuyaniyê de got ku ew ê tola jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê rabikin.

Fermandariya YJŞ`ê ji bo berxwedaniya têkoşer Têkoşîn Serhed a li hember êrîşa çeteyên PDK`ê û çeteyên AKP`ê derket û jiyana xwe ji dest da wiha got: ʺDi berxwedana Xanesorê a li hemberî xiyanetê de, rê hevala me Tekoşîn Serhed, bi rihê fedaî yê ku ji Berîvanan girtiye, di vê oxira azadî û berxwedaniyê de, bedena xwe kiriye mertal û baweriya îradeya jin nîşan daye.ʺ

`Roja berxwedan û têkoşîna jinê ye`

Fermandariya YJŞ`ê roja 8`ê Adarê bi roja têkoşîna li hemberî zîhniyeta zilam û desthilatiyê pênase kir û daxuyaniya xwe wiha dom kir:ʺ8`ê Adarê roja mezinkirina têkoşîna beramberî zîhniyeta zilam a desthilatdariyê ye. Di roja me ya îro de, bi hişmendiya desthilatdar ya bi şiklekî hovanê li ser jinê te meşandin û bi taybet jî DAIŞʹê û hevkarên wê, êrîşekî li dijî mirovahiye li ser jinên Êzidî dide meşandin. Ev roj e ku bi rihê berxwedaniyên jin, ên ku ti carî li beramberî desthilatdariya zilam serî netewandiye. Ev roj sembola berxwedan û têkoşîna jinên cihanê, ji Roza û Clarayan heta Sara’yan xwe digihîne roja îro û xwe digihîne Bêrîvanan.ʺ

Fermandariyê fermana 3ʹyê Tebaxê 2014`an a bi serê gelê Êzidî yê Şengalê bi awayekî hovane qewimî û êrîşa çeteyên PDK`ê û AKP`ê ya 3 Adarê pêkhatî bi hev da girêdan û wiha pê de çû: ʺDi 3’ê meha 8’a fermanê ku li ser Şengalê çêbû herî zêde li ser jinê pêk hat; jin bûn ganîmeta şer, li sûka hatin firotin û hatin qetil kirin. Di heman demê de jin dibin qurbanîyên feraseta xiyanetê. Êrîşên herî dawî yên li ser Xanesor’ê vê yekê eşkere dike.ʺ

`YJŞ`ê ji bo jinên Êzidî bûye sembola têkoşînê

Fermandariyê ji bo têkoşîna jin li hemberî ferman û êrîşên ku qewimîn ev tişt anî ziman: ʺSekina jinê, di heqîqeta jiyanê de, îro li dijî satirê wan ê xiyanetê xwe kirina mertal, helwestê wan ê li beramberî xiyanetê, giredanî û berxwedaniya wan ê bi axê re; bi saya felsefeya Rêber APO, bi kedên şehîdan ve guhartin û veguhartinên gelek mezin jiyan kiriye. YJŞ di nav keç û jinên Êzîdî de edî bûye sembola tekoşîn û navnîşana jiyana azad.  Di berxwedana Xanesorê ya li hemberî xiyanetê de, rê hevala me Tekoşîn Serhed, bi rihê fedaî yê ku ji Berîvanan girtiye, di vê oxira azadî û berxwedaniyê de, bedena xwe kiriye mertal û baweriya îradeya jin nîşan daye.ʺ

`Soza biryara erkê xwe yê demê bi cîh anînê didin`

Soza tola jinên Êzidî û tevahî cîhanê rakirin, Fermandariya YJŞ`ê wiha da: ʺJi bo vê pêwîste herî zêde em li ber xwe bidin û têkoşînê bilind bikin. Em wek YJŞ soza tolhildana jinên Êzîdî û yê cihanê ne û li ser felsefeya Rêber APO, a jin û jiyana azad xwe kûr dikin, ev yek wekî pîvanekî esas digrin dest û li ser vê esasê ji bo  xwe bigihînin kesayeta azad tekoşin dikin. Di şexsê rê hevalên wekê Ş. Armanc, Ş. Berîvan, Ş. Jiyanda, Ş.Vînar û Ş. Tekoşîn de; em vê rojê di serî de li rêberê mirovatiyê Serok APO, li hemû jinên ku li berxwe didin û têkoşîn dikin pîroz dikin, soza biryara erkê xwe yê demê bi cîh anînê, didin.ʺ