′Bi hebûna jinê, her roj cejn û jiyane′

Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif Roja Cîhanî ya Jinê pîroz kir û got: ″ Bi hebûna jinê, her roj cejn û jiyane .″

Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif bi hevoka :″Bi hebûna jinê, her roj cejne″ roja 8′ê adarê li şervanên jin ên di çeperên şer de, tevahî jinên Rojava, Bakurê Sûriyê, Sûriyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir.

Hediye anî ziman ku jin dil û hêza ku pê jiyan dafire û civak pêş dikevin û wiha got: ″Jin bi rewneqê xwe, cewhera jiyanê ye. Jin jiyan bi xwe ye, domandina afirînerî û mirovahiyê misoger dike. Wê şaristaniya mirovî hûnandiye û aştiya wê parastiye.″

Hediye di dawiya axaftina xwe de wiha cejna jinan pîroz kir: ″Bi hêvî me, her sal tevahî jin û mirovahî di nava xêr û xweşiyê de be.″

hediye-yusif-620x364