Cinêv nêz dibe û li Hema û Idlibê şer gûr dibe

EFRÎN- Li perêzgeha Idlib û Hemayê şer di navbera Hêzên Rejîma Sûryê ku piştgiriya xwe ji çekdarên Îranê û Huzbullah a Lubnanî digere û çeteyên Desteya Tehrîr El Şam a girêdayî Koalsîyona Niştimanî ya Sûriyê zêde bû.%d8%b5

Bi rasthatina civîna Astana û Cinêv 5 re li parêzgeha Idlib û Hemayê şer di navbera Hêzên Rejîma Sûryê ku çekdarên Îranê û Huzbullah a Lubnanî piştgiriya wan dike û çeteyên Desteya Tehrîr El Şamê zêde bû.

Li gundewarên Hemeyê şer di navbera Hêzên Rejîma Sûryê ku çekdarên Îranê û Huzbullah a Lubnanî piştgiriya wan dikin û çeteyên Desteya Tehrîr El-Şam (Rizgariya Şamê) derket û di encamê de çeteyan gundê Tisorbîn, nuqteya El 50 û kargeha mirîşkan ên El Sebahî yên dikevin bakurê Hemayê ji destê rêjîmê derxistin. Di pevçûnan de bi dehan kuştiyên herdû aliyan hene.

Çalakvanan diyar kirin ku çeteyên Desteya Tehrîr El-Şam îro navenda Hemîmîm a Leşkerî ku leşker û balafirên Rûsiye lê dimînin, hedef girtiye.

Çeteyên Ceyîş El-Nesir raghandin ku wan li gundewarên bakurê Hemayê balafirgeha Hemayê ya leşkerî bi fûzeyên Girad hedef girtine û di encamê de du balafirên Hêzên Rejîmê xistine xwarê. Her wiha depoya Xetab û Rehbe Xetab û gundê Xetab ên dikevin bakurê gundewarên Hemayê dagirkirine.

Piştî ku çeteyan bajarê Soran girtin, niha di navbera wan û hêzên rejîma Sûriyeyê li derdora gundê Meirdes şer didome.

Çalakvanan şerê ku li parêzgeha Hema û Idlibê di navbera Hêzên Rejîma Sûryê ku çekdarên Îranê û Huzbullah a Lubnanî piştgiriya wan dikin û çeteyên Desteya Rizgariya Şamê, diqewimê nirxandin û gotin ji bo zext li ser çeteyên ku li paytexta Sûriyê Şamê dimînin, kêm bibe li Hema û Idlibê şer diqewime.

Balafirên şer ên Rûsiye gund û bajarokên Hema û Idlib bi awayekî dijwar bombebaran kirin.

Her wiha balafirên şer ên Rûsiye bi fûzeyan zêdetirî 25 caran bajarok û gundewarên dikevin bakurê Hemayê (Kefer Naya û derdora wê, Letamine, Tibiyet El-Îmam, Morik û gundê Lehaya û Letmîn) bombebaran kirin.

Herêmên parêzgeha idlibê (El Temanie, derdora Meire El-Neiman, derdora Xan El-Sibil, Meir Şorîn û pira El Şexûr) ji aliyê balafirên şer ên Rûsiye zêdetirî 20 carî hatin bombebaran kirin.

Di pêvajoya ku şer li Sûriyeyê didome Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuş Oğlu roja sêşemê 21`ê Adarê xwest berî danûstandinên Cinêv û Astana bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura, hevdîtin bikin.

Netewên Yekbûyî duh bi şev raghandin ku aliyên Sûriyê dixwazin tevlî danûstandina Cinêv a 23`ê Adarê destpê dike, bibin. Berî wê jî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan De Mistura serdana gelek paytextan di nav de Mosko û Enqere jî, kir.

Ji aliyekî dîtir ve Şêwermendê Desteya Bilind ê Danûstandinên Sûriyê Yehya El-Irêdî ragihand ku Nûnerên Koalisyonê yên çekdar naxwazin ji danûstandinên Astana ku meha Gulanê destpê bike, dûr bimînin û got biryara dê kî tevlî Astana 4 bibe, hîna nehatiye dayîn.