Sed ciwan tevlî erka xweparastinê bûn

SERÊKANIYÊ-  100 ciwanên ji hemû pêkhateyan bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temir û Zurgan berê xwe dan navenda ereka xweparastinê da ku erka xwe pêk bînin.srk-100-ciwan-tevli-arkaxweparastin-bun-1-620x364

Ciwan bi şahiyekê ji aliyê welatiyan ve hatin oxirkirin. Şahiya oxirkirina endamên erka xweparstinê li pêşiya navenda Erka Xweparstinê ya Serêkaniyê hate lidarxistin. şahî bi beşdarbûna malbatên ciwanan, endamên saziyên civakî ên bajarên navberû pêk hat.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Endama Rêveber a Navenda Erka Xweparastinê ya bajarê Serêkaniyê Hêwa Ehmed axivî û bi xêrhatina mêvanan kir, he wiha spasiya Desteya Parastinê kir ku şahî li bajarê Serêkaniyê lidar xist.

Di berdewama şahiyê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdulrezaq Ehmed axivî û got ku ew bi beşdarbûna ciwanan a nava erka xweparstinê serbilindin. Ehemed di dawiya axafitna xwe bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin navendên erka xweparsitnê û erka xwe pêk bînin.

Li ser navê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Îbrekîm Îd axivî û got ku  dê navê şervanên ku di Xezeba Firatê de şehîd bûne li dewreyê bike û wiha got: ʺEv şahî xwedî wateyeke girînge, îro ciwanên ji hemû pêkhateyan berê xwe didin erka xweparstinê û erka xwe pêk tînin.ʺ

Piştî axafitinan stran bi zimanên herêmê hatin gotin û beşdaran xelekên govenê gerandin.

Şahî bi stran û govenê bi dawî bû.