Civînek ji koçberên kampa Mebrûka re hat li darxistin

SERÊKANIYÊ : Mala gel ya bajarê Serêkaniyê ,komîta Têkiliyan û rêxstina Rojava ya alîkariyê Civînek li kampa Mebrûka li darxistin ,civîn li ser rewşa koçberan û zehmetiyên ku dikşînin her wiha civîn bi kêliyek bê deng dest pêkir û bi axaftina Ebdulselam Ehmed rêveberê Têkiliyan yê kantona cizîrê û bi hazir bûna Koçberan berdewamkir . Paşe mafê axaftinê ji koçberan re vebû û li daxwaziyên wan hate guhdarkirin ,civîn bi govendeke geş bi dawî bû.

%d9%a2%d9%a0%d9%a1%d9%a7%d9%a0%d9%a3%d9%a2%d9%a9_%d9%a1%d9%a4%d9%a1%d9%a5%d9%a3%d9%a6
Wekî tê zanîn ku kampa Mebrûka 40K.M rojavayê serêkaniyê dikeve ,kampa mebrûka ji 2015 ,an de hatiye avakirin ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Demkratîk ve ,her wiha ji 4 hezar koçber û 400 çadir pêk tê ,her çadirek nêzî 10 kesan têde jiyan dikin ,koçber ji bajarên ku DAIŞ ,ê desteserkirine koçber bûne wekî Dêre zorê ,Tedmir , Reqa û bajarê Bûkemal ya girêdayî Dêre zorê.
(v.m)
WAŞ Û KANÎ F.M