11 hêzên Jinan dê bi Skype beşdarî komcivînê bibin

KOBANÊ– Endama Komîteya Amadekar a Komcivîna Jin û Parastin Nesrîn Ebdullah destnîşan kir ku 11 hêzên jinên ji Rojhilata Navîn ji ber amabargoya li ser herêmê û rewşên emlekariyê nedikarîn beşdarî komcivînê bibin û diyar kir ku dê ew hêz bi riya skype beşdarî komecivînê bibin.lorin-mirkan-768x512

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endama Komîteya Amadekar a Komcivîna Jin û Parastin ku li Kantona Kobanê pêk tê, Nisrîn Abdullah ji ajansa me (ANHA) re diyar kir ku wan 27 hêzên jinan ên ji Rojhilata Navîn ji bo Komcivîna Jin û Parastin vexwendine û wiha got: ” Ji ber dorpêça ku li ser herêmê hatiye ferizkirin, ne desturdayîna dewletên derve û rewşa ewlekariyê 11 hêz nedikarî beşdarî komcivînê bibin.”

Nisrîn Ebdullah anî ziman ku ji 27 hêzên leşkerî yên jinan 16 beşdarî komcivînê bûn û daxuyakirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê Hêzên Parastina Jin HPJ û ji Başûrê Kurdistanê nedikarî beşdarî komcivînê bibin. Nisrîn Ebdullah diyar kir ku hêzên ku nedikarîn beşdarî komcivînê bibin dê bi riya skype beşdar bibin ji wan (komeleyên demokrat) û anî ziman ku dê peyama Hêzên Amazîx dê were xwendin.

Endama Komîteya Amadekar a Komcivînê Nisrîn Ebdullah di dawiya axaftina xwe de got: “Hêzên ku di komecivînê de amade bûn, nêrînên wan êrênî bûn, ev komcivîn hêza jinan a çareseriya pirsgirêkên jinan li ser asta Rojhilata Navîn nîşan dide.”

Bernameya Komecivîna Jin û Parastin li ser asta Rojhilata Navîn didome.