Konferansa ciwanên Serêkaniyê didome

SERÊKANIYÊ- Konferansa YCR Ciwanên Serêkaniyê ku bi diruşmeya ʺBi rihê tolhildana şehîd Samir û şehîd Leheng ber bi Netewa Demoqratîk ve’ hate destpê kir hate lidarxistin, didome.

Bi sedan ciwan, mamoste, xwendakarên peymangehê û endamên  hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bajar Serêkaniyê tevlî konfransa yekemîn a Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê ya bajarê Serêkaniyê li navenda Çand û Hunera Demoqratîk ya waşûkanî ya bajarê Serêkaniye hate lidarxistin.ʺ

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, axaftina vekerina konfransa yekemîn ya Yekîtiya  Ciwanên Rojava YCR’ê li bajarê Serêkaiyê ji aliyê hevserokê Tevgera Civakar Demoqratîk (TEV-DEM) yê kantona Cizîrê Cahid Hesen ve  hate destpêkirin. Hesen konferans li hemû ciwanan pîroz kir û wiha got: ʺEm yekem konferansa ciwanan a serêkaniyê pîroz dikin.  Rêberê APO dibêje me bi ciwantiyê destpê kir û em bi ciwana bi serbikevin. Em beriya dehê salan wiha fêrbûne, Vêtnam, Kûba, Engola û li Filestîn hemû bi rihê ciwana destpêkirine.ʺ

Cahi Hesen di berdewama axaftina xwe de wiha dom kir: ʺDi sala 70ʹyî  de me bi 3 ciwana destpê kir û îro jî li bajarê Serêkaniyê bajarê berxwedanê, îro li himberî giûpek mezin ji ciwanan ne yên ku beşdarî konfransê bûne , ji ber vê yekê ciwan yên ku beriya 6 salan dest bi rêxistin û serkeftinên xwe ji bo rizgarkirine Rojava kirine.ʺ

Di berdewama konferansê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Xelî axivî  û wiha got: ʺBi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajrê Serêkaniyê serkeftinê ji hemû ciwana re dixwazin, bi rihê şehîdên wekî şehîd Samir û şehîd Leheng konfrans li dar dikevin û bi felsefa rêber APO bi rêve diçin.ʺ

Di konferansê de li ser navê Kongra Star Mûna Yûsif serkeftin ji hemû ciwanên ku beşdarî konfransa yekemîn a ciwanên Rojava li bajarê Serêkaniyê bûne dixwazin. Piştî axaftinan ji hin saziyên bajarê Serêkaniyê yên mîna PYD’ê, KPC, TEV-DEM û hemû saziyên sivlîl srk-konfransa-ciwana-berdewame1-300x200hatin xwendin. Di peyaman de serkeftin ji konferansa ciwanan re hate xwestin.

Piştî axaftinan rapora salekê ya rêxistina ciwanan a YRAʹyê ji aliyê rêveberiya Peymangeha şehîd Elî Şêx Dawid ya bajarê Serêkaniyê hate xwendin.

Paşê beşdaran naveroka raporên ciwanan ên Serêkaniyê û Til Temir hatin nirxandin.

Konferans bi nirxandinan hîn jî didome.