′Ocalan pêşengê têkoşîn û berxwedana me ye′

 

efrin-wepesandam-daxuyaniEFRÎN – Xebatkarên jin ên Rêveberiya Xweser çalakiya grieva birçîbûnê bi dawî kirin û dane zanîn ku ew ê ji bo azadiya Ocalan, têkoşîna xwe bidomînin.

Xebatkarên jin ên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ji bo azadiya Ocalan saet di 90.00′an de, dest bi gireva birçîbûnê kirin û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Konê çalakiyê li qada Şehîdan a navenda bajarê Efrînê bi beşdariya Endamên jin ên Desteyên Rêveberiya Xweser, Meclîs, Kongreya Star, TEV-DEM û YPJ′ê, hat lidarxistin.

Çalakî saet di 17.00′an de bi dawî bû û daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

 ″Di dîroka mirovahiyê de, li hember sîstemên desthilatdar kesayetên serhildêr derdikevin holê. Ocalan jî yek ji van kesayetan e ku bi felsefeya xwe, rastiya van sîsteman ji her kesî re eşkere kir.

Di vê çarçoveyê de, dewletên cîhanê (di serî de Tirkiye) li hember Ocalan komployek dane meşandin. Ocalan tenê  ji bo azadiya gelê Kurd, lê ji bo azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn têkoşiya.

Tecrûbeya Rêveberiya Xweser li ser bingehê felsefeya Rêbertiyê hat avakirin. Ocalan azadiya jinê, bingehê çareseriya aloziyên cîhanê, dibîne.

WEk xebatkarên jin ên Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê, em komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar dikin. Ocalan pêşengê têkoşîn û berxwedana me ye.