DAXUYANIYA SYPG

′Dê lidarxistina Kongreya Neteweyî komployê têk bibe′

Dewleta faşîst û dagirker a Tirk 18 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtiye. Di dîroka 15’ê Sibatê 1999’ân de  ji aliyê dijmênê gelên azadîxwaz,  bi komplayek navneteweyî, dîl hate girtin. Bi vê komployê ve xwastin li ber têkoşîna azadiya gelê Kurd bigirin û tevgera azadiya Kurdistan tasfîye bikin.

Ew armanca dewleta dagirker û faşîst aTirk bû. Armanca 16708509_836250706526566_5292461398710241602_nhêzên komplogerên navneteweyî jî ji bo berjewendîyên xwe û berjewendîyên pergela kapîtalîzmê, têkoşîna mafdar  a gelan bikin pazarîyên xwe yên qirêj. Lê armanca wan ne tenê ew bû, di heman demê de kesayet, bernameya sîyasî, hêzên leşkerî yên  têkoşîna gelê Kurd û tevgera wê li ser xaka Rojhilata Navîn bêbandor bêhêlin. Ji ber ku têkoşîn û tevgera azadiya gelê Kurd ne tenê ji bo gelê kurd riya azadîyê vedikir, di heman demê de li ber azadiya gelên heremê jî vedikir. Ew rastî hêj di wan rojan de xwe dabû  xuyakirin. Tenê hêzek dikaribû bi rêxistin, bername, fikir û hêzên xwe gelên Rojhilata Navîn li ser biratî, azadî, wekhevîya esasî bîne gel hev û têkoşîna hevpar wê bêdin meşandin.

Hêzên ku heta niha li ser axa Rojhilata Navîn li ser “dijminatîya” gel, neteweyî, mezhep û olan desthilatdarîyên xwe berdevam kirin, bi vê komployê ve xwastin wan “dijminatîyan”  hêj bêhtir kûrtir bikin. Lê nebû! Ew sîyaset, plan û komployên wan a gamar û bixwîn binket. Li kû derê binket? Cihê ku komplo da destpêkirin: li Sûriye û Rojavayê. Şoreşa Rojava binketina herî zelal e ji bo komplogeran. Xeta azadî, yekîtî, piştgirî, wekhevî û biratiya gelên Rojhilata Navîn di keseyeta şoreşa Rojavayê de serket. Destkeftinên vî şoreş û têkoşînê ne sîyasetekî  taktîkî ye, stratejîk e. Federaliya Demoqratî herî rastiya vê ye.

Komploger û komployê wan bi têkoşîna bênavber a gelan, bi berxwedana rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi şervanên azadiyê vala hate li derxistin. Lê em zanin ku dijminê gelan li hemberî têkoşîna gelan vala namînîn. Ji bo vê jî banga me ji gelên Rojhilata Navîn re ew e; dema gel yekbin, hemû listik, komplo û êrîşên dijminê gelan  wê têk biçin.

Em bi vê bawerî û hêvîyê dîsa komplo û komplogerên 15’ê Sibatê bi tûndî şermezar dikin, berxwedana Îmralîyê û berxwedana gelên me ya li dijî vê komployê slav dikin. Em hêvîdarin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîk e.

Bimre Komploya 15’ê Sibatê Bijî Têkoşîna Azadiya Gelan!

Bijî Berxwedana Îmralî

Ji Ocalan Re Azadî

SAZIYA YEKÎTÎ Û PIŞTGIRIYA GELAN

SYPG