Şahiya 8ʹê Adarê lidarxistin

SERÊKANIYÊ- Kongreya Star şahiyek bi boneya 8ʹê Adarê lidar xist. Bi sedan jinên bajar ên ji hemû pêkhateyên beşdarî şahiyê bûn.srk-sahiyek-ji-bo-cejna-jine-hat-li-darxistin6SRK-SAHIYEK-JI-BO-CEJNA-JINE-HAT-LI-DARXISTIN11

Jinên Serêkaniyê bi boneya 8ʹê Adarê şahiyek lidar xistin. Şahî îro di saetên sibê de bi beşdarbûna sedan jinan li statyoma Şehîd Rustem Cûdî destpê kir.

Şahî bi rêzigirtinê destpê kir û paşê axaftina destpêkê ji aliyê Endama Kongeriya Star Muna Yûsiv hate kirin. Mûna bi xêrhatina hemû beşdaran kir û roja jinan li hemû jinan pîroz kir.

Paşê endamên koma Ciwanên Bajarê Serêkaniyê şanoya bi navê Zilamê Qurnas pêşkêş kirin. Di berdewama şahiyê de her wiha koma dîlanan ya şehîd Sakîne dîlanên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de koma şehîd Roşîn stranên gelerî pêşkêş kirin, jinan jî bi xelekên govenê coş dan şahiyê.

Şahî bi diruşmeyan bi dawî bû.