Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriya şahiya Newrozê lidar xist

KOBANÊ-Bi dirûşmeya “Newoza Îsal xala guhertinê ber bi Federaliya Bakurê Sûriyê ye” Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriya şahiya pîrozbahiya Newrozê lidar xist.KOBANE-PDKS-TEVLI-SAHIYE-BUN4

Salona şahiyê ya li başûrê Kobanê, bi wêneyên têkoşerên partiyê yên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da, alên partiya Demokratîk a Kurd-Sûiya, YPG/YPJ‘ê û dirûşmeyên “Serkeftina Kobanê ya li dijî terorê, serkeftina tevahî cîhanê ye, çareseriya siyasî û aştiyane riya tekane ya xelaskirina Sûriyê ji aloziyê ye” hatibû xemilandin.

Di şahiyê de, fermandarên YPG‘ê, rêveber û endamên asayîşê, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên Siyasî, endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û şervanên Erka Xweparastinê û bi dehan şêniyên kantonê amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd-Sûriya Xebat Efendî û Lînas Îsa helbest xwendin.

Di şahiyê de, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Enwer Muslim bejdar bû, Muslim cejna Newrozê pîroz kir û got: “Serkeftinên Rojava bingeha xwe ji berxwedana Kobanê digire, gerek em xwe bi rêxistin bikin da ku Newroza îsal veguherînin sala serkeftin û biratiya gelan.”KOBANE-PDKS-TEVLI-SAHIYE-BUN2

Ji aliyê de jî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriya Nîhad Ehmed ev roj, wekî rojek dîrokî bi nav kir û got: “Em îro bi hev re cejna gelên azad, cejna newrozê li ser xaka berxwedan û serkeftinê pîroz dikin. Kobanê bi berxwedaniya xwe isbat kir ku dikare doza gelê kurd bi cîhanê re bide naskirin. Em ê bi pêkanîna Kongreya Netewî û yekrêziya gelê kurd serkeftinên hîn mezin bidest bixin.ʺ

Her wiha helbest hatin xwendin û stranên gelerî hatin gotin.

Di şahiyê de, Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriya Alan Beg, endama Rêxistina Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatima Xelîl, Endama Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (EL-Wehda) Muslim Şêx Hesen, endama Sazitya Yekîtiya Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asya û endama Rêxistina Jin a Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriya Cîhan Îsan jî axivîn û Newroza 2017 li tevahî gelan pîroz kirin.

Di dawiya şahiyê de, komên stranan, koma Yekta Herekol a girêdayî Navenda Çandê ya Baqî Xido daketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. beşdaran jî li gelê stranan xelekên dîlanan gerandin.