Fermandariya Asayîşê: 14 hezar endaman parastina qadên Newrozê dikir

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Fermî ya Asayîşa Rojava Fîdan Husên têkilarî xebatên Asayîşê yên ji bo parstina ewlekariya qadên Neworozê daxuyaniyek da û got ku 14 hezar endamên ewlekariyê ji bo parsitna hemû şahiyên Neworzê hatin erkdarkirin.asayis

Daxuyaniya Berdevka Fermî ya Fermdariya Asayîşê Fîdan Husên ku li ser malpera fermî ya Hêzên Asayîşê wekî hatiye weşandin wihaye:

ʺDi serî de fermandariya giştî ya hêzên Asayîşa Rojava spasiyên xwe pêşkêşî rêzdar û birayên welatiyan dike, yê kû aktîvbûn di pêkanîna erkê parastina ewlehî û aştîyane di festîvalên Newrozê de, bi awayekî giştî, her wiha alîkariya wan şertekî bingehbû di serkeftin û bidawîbûna vî xebatî, fermandariyê di heman demê de spasiyên xwe li himber hemû endam û serbazên ewlehiyê nîşan dide ji ber ew karîbûn bi xebatên tijî parastina xwepêşandan bikin.

Ji bo fastîvalên Newrozê zêdetirî 14 hezar endam û serbazên ewlehiyê hatin amadkarkirin ji bo piroseya parastina bajarên Bakûrê Sûriyê, ji van dabeşan pêkdihat : odeya çalakiyên ser bi fermandariya giştî, tevana ewlehiya giştî, bîrûya li dijî tewanên bi rêxistinkirî, hêzên asayîşa taybet H.A.T , hêzên hawara hat, polîsên trafîkê, ewlehiya xalên kontrolê, polîsên sivîlî, tevî hêzên asayîşa jin, herwiha spasiyek taybet li beramberî hêzên parastina civakî nîşan didin.

Di heman hişyariya ewlehî de, fermandariya giştî perdê li ser proseyekê ewlekarî rakir ji bo eynê mebest têde 14 hezar endam li tevahî bajar û navçeyên Bakûrê Sûriyê beşdar bûn ” Cizîrê ,Kobanê , Efrînê ” her wiha Heleb ” taxa Şêx Meqsûd û xalên asayîşê “.

Ev çalakî bi belavbûna hjmara zêde di kartêkirina piratîkê de hat meşandin, dakû parastin û saxlemiya herêmê yekser ew serwer be, li aliyekî din dewriyên gerevanî di taxan de tevgeriyan ji bo parastina malên welatiyên beşdarî Newrozê bibûn, li bazar û dikanên bazirganî û pêşsazî hatin dayîn, herwiha ev pirosre berya çend rojên bûrî bi dijwarbûn birêve dihat birin, ji bo parastina cih û saziyên sivîl û hikûmî.

Sersala kûrdî ya nû ” Şahî dijatiya gefaê êrîşan kir “

Em wek fermandariya giştî ya hêzên asayîşa rojava bidawîbûna şahiyên sersala kûrî “NEWROZ” li bakûrê sûriyê bêyî ti bûyer , gefên terorî yan sûc , radghînin

berya roja şahiya mezin ,Ji aliyê me ve çend yesayên ewlehî hatibûn dayîn kû dikeve xizmeta welatiyan, asayîş amadebaşiyên xwe yên jixweheyî kir ji bo parastina newroza 2017 an ji karên terorîzman û şerkirina wan çalakiyên kû nerehetî di nav welatiyan dixwaze, 14 hezar efser hatin belavkirin di diyardeyekên ne dîtî, tevî kû van şahiyan armancên başîn yê terorê ne .

Polîsên trafîkê bi magazînên displîn û rêxistinê xebitîn û rêgirtin li ber bûyerên trafîkî di sala kûrdî de.

Di roja sêşemê 21 avdarê de bajarên bakûrê sûriyê amadebaşiyên ewlehî dît, hêzên asayîşê dewriyên xwe bi zanebûn û pêdiviyên parastina xalan dabeş kir li kolanan û deriyên ketin û derketina bajar û kantonan herwiha cihê lidarxistina şahiyê.

Bakûrê sûriyê cejna Newrozê bi lêmiştan pêşwaz kir ,li rex kû ewlehî serwerê herêmê û tevî zehmetiyên atmosferên hewayî yê rojên bûrî , heta şev û roja Newrozê hat parastin bê bandora efserên ewlehiyê li ser sadetrîn rêvebirina jiyana welatiyan, tevî kû êrîşên terorîstan di salên bûrîde gihîştin welatiyan û di encamê de hejmarek ji welatiyan şehîd bûn, mijarê kû bû sedema betalkirina şahiyan çend caran, lê bi tekizî hêzên ewlehiyê kardikin di hêmînî deman û bardox û helkeftan de.

Hêzên ewlekarî bi hemû dabeşên xwe di astên herî jor de ji kartêkirina piratîkî yê biryar û tedbîran tevgeriya û bû cihê bersiva her gefekî ji derveyî kesayetên amade yan ji ji nav wan, tevî astengkirin rewşa heyî ji gefên terorî heta di rojên yasayî de.

Van tedbîran heta niha serkeftîne kêm zêde, lê em ji welatiyan daxwaz dikin di tevgera û berdewama alîkariya ewlehî debin bi hêzên asayîşê re, kû tê nîşandan wek bersiva gûncew li dijî terorê.

Piştî bidawîbûna şahiyan di rewşekê sakînde, dewrî û otombîlên ewlekarî vegerîn qerargehên xwe, û fermandariya giştî serbilinde kû qet ti bûyer û êrîşên terorîstî li cihê şahiyan nehatin dîtin.

Lê neyê jibîrkirin kû êrîşên terorîstî jî dewamin û bidawî nehati ye, herwiha van tedbîrên ewlehî dê her dem mayinde be hete di rewşên yasayî de ji ber kû ermanc jê amadebûna redkirin û dijîtiya êrîşên terorîstê kû belkû pêşbînbin.

Li kantona cezîrê duh di demjimêrên nîverojê de teqînek ji ber mayineke erdê li rex rê di otombîlek sivîlî pêk hat, teqîn di navbera gûndê xirib diyab û erzana ya dûrî bajarê tirbesipiyê 25 km bû, di encamê de welatiyek jin şehîd keti û 2 kes jî birîndar bû, lê serencamê dawî 2 jin şehî û 1 birîndar e.

Li kantona efrînê jî hêzên asayîşê cîhazê televezyonan mayinkirî ber bi teqînê ye ger bê girêdan bi eletrîkê, desteser kirin.

Di dawiyê em dîsa dibêjin her sal şad û bextewr bi xêr bijîj.ʺ