Nûçegîhana li Şengalê bi guleyên çeteyan birîndar bibû, şehîd bû

HESEKÊ – Hevala me ya rojnamevan Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) ku li Şengalê bi guleyên çeteyên PDK’ê giran birîndar bibû, şehîd bû.HESEKE-NUCEGIHANA-LI-SINGALE-BI-GULEYA-CETA-BIRINDAR-BU-SEHID-KET ‫(1)‬

Nûçegîhana JINHAʹyê Nujiyan Erhan di 3ʹyê Adarê de dema çeteyên PDK û AKP’ê êrîşî bajaroka Xanesorê kirin, xwest ku riwê rast ê bûyerê ji raya giştî re ragihîne.  Dema şopandina wê ya bûyerê hevala me ya rojnamavan Nûjiyan ji aliyê çeteyan PDK/AKPʹê ve bi giranî birîndar bû.  Nûjiyana ku di serê xwe de birîndar bibû, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Hesekê û ji wê demê vet ê dermankirin. Lê tevlî hemû hewldanan jî Nûjiyan ne hat rizgarkirin û şevê din saet di 00.00ʹan de şehîd bû.

Nujiyan Erhan wekî endamek Ragihandina Azad ji sala 2005’an li gelek deveran xebatên çapemeniyê dimeşand û rastiya têkoşîn, berxwedana gel û dijminên mirovahiyê ji raya giştî  re radighand. Herî dawiyê jî li herêma Şengalê xebat dikr û rastiya êş û zordariya ku gelê Êzdî jiyan dikir ji raya giştî ya cîhanê re radigahnd.HESEKE-NUCEGIHANA-LI-SINGALE-BI-GULEYA-CETA-BIRINDAR-BU-SEHID-KET ‫(1)‬ ‫‬

Nasnameya şehîd wiha ye.

Nav û paşnav: Tuba Akyilmaz

Nasnav: Nujiyan Erhan

Navê dayik: Duriye

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Hîlwan /Riha

Cîh û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Hesekê/ 22 Adara 2017ʹan