Forma jin li ser asta Rojhilata Navîn tê lidarxistin

QAMIŞLO- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dê li ser asta Rojhilata Navîn û bi tevlîbûna gelek hêzên jin forma `Jin û Parastinê` li dar bixe.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dê meha nîsanê forma Jin û Parastin lidar bixin. Forma li ser asta Rojhilata Navîn tê lidarxistin û dê gelek hêzên jin ên leşkerî û jinên ciyê xwe di xebatên dîtir de digrin tevlî formê bibin.

Li gorî Komîteya Amadekar a formê agahî dayî form bi armanca jin tecrûbeyên xwe ji hemû aliyan ve û bi taybet leşkerî parve bikin û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê binirxînin, tê lidarxistin.

Di formê de wê mijara bandora şerê li Rojhilata Navîn diqewimê li ser zarok û jin, li hemberî zîhniyeta baviksalarî girîngiya parastina cewherî, rewş û rolê jin di parastina rewa de werin nirxandin.

Tê payîn ku form di 2`ê nîsanê despê bike û 2 rojan dewam bike.