JINÊN SERÊKANIYÊ BI DAXIYANIYEKÊ PIŞTGIRÎ DAN GIRTIYÊN BAKUR

SERÊKANIYÊ:kongra Star û şagirtên perwerdeya xweser ya akadimiya Rustem Cûdî bi daxiyaniyekê piştgiriya girtiyên di zindanê de ku ketine girava birçîbûnê kir ku bûye 56 roj didome.

Daxiyanî îro li ber navenda Rustem Cûdî bi hazirbûna jinên Serêkaniyê û ji  aliyê mamosteya zimanê%d9%a2%d9%a0%d9%a1%d9%a7%d9%a0%d9%a4%d9%a1%d9%a1_%d9%a1%d9%a3%d9%a0%d9%a8%d9%a4%d9%a1 kurdî Cîhan Eyo ve hate xwendin.
Daxuyanî wihaye:”Girveva girtiyên azadiyê di girtîgeha Şakarnê li Izmîrê de, di roja xwe ya 56ʹan de didome. Piştî ku partiya ku qaşo bi navê adaletê tê naskirin Bakurê Kuristanê û Tirkiyê veguhert qada bincakirinê, kuştin û zindanê, bi girtina hemû pêkhateyên civakê çi parlementer çi jî rojnemevan. Ji 15 Adara 2017ʹan de girtiyên azadiyê dest bi girava birçîbûnê kirin.

Li zêdeyî 20 girtîgehan 171 girtî tevî çalakiya gireva birçîbûnê bûne û ji girtîgehên xwe dibêjin çi bibe bela bie emê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em wekî Kongra Star û Akadimiya Şehîd Rustem Cûdî ya bajarê Serêkaniyê bang li hemû gelên azadîxwaz, aşîtîxwaz û hemû jin, ciwan û dayikan dikin ku her li ser piyabin û dengê xwe bighînin dewletên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan ku piştgiriya girtiyên azadî bikin. Em wekî jinên bajarê Serêkaniyê ji sîstema AKP, MHP’ê ya faşist, yek netew, yek al, yek ziman re dibêjin NA Na Na.ʺ

Di dawiya daxwiyaniyê de jinên bajarê Serêkaniyê bi diruşme û tililiyan dawî li çalakiya xwe anîn.

(V.M)

WAŞ Û KANÎ F.M