Artêşa dagirker herêmên Şahbayê topbaran dike

ŞAHBA – Artêşa Tirk a dagirker herêma Bendava Şehba û gundên derdora wê topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê zêde kirine. Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker Bendava Şahba û gundê Wehşiye, Hesiye, Qol Sirûç, Til Medîq û Semoqe bi awayekî dijwar bi hawanan topbaran dike.

Nûçegihanên me raghandin ku topbaran bi dijwarî didome, ji ber vê yekê jî heta niha tu agahiyên zelal derbarê encamên topbaranê de hîn nehatine bi destxistin.