BI HEZARAN ÊRÎŞÊN DEWLETA TURK ŞERMEZAR KIRIN

SERÊKANIYÊ: Îro bi hezaran welatiyên bajarê Serêkaniyê bi hemû pêkhateyê xwe bi coşek mezin meşek li dar xistin ji bo şermezarkirina êrîşa hewayê ku li ser Qereçox û Şengal hat kirin.

%d9%a2%d9%a0%d9%a1%d9%a7%d9%a0%d9%a4%d9%a2%d9%a6_%d9%a1%d9%a1%d9%a2%d9%a1%d9%a5%d9%a9-1-1
Meşvanên ku beşdarî meşê bûn li ber mala Gel kombûn di bin durşmeyan û sirûdanên ”Faşîstbûna Erdoxan û bombebarankirina wî ya hovane dê li hemberî şoreşa me nebe asteng ”
”Na ji bêdengiya dewletên nav netewî” ”YPG ‘ê YPJ ‘ê YPŞ ‘ê Hêzên hebûna me ne”
Li ser navê rêveberiya xweseriya demoqratîk rêveberiya desteya parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo wiha got : Kombûna we îro mesaceke ji bo hemî dijminê Kurdistanê ye û dijminê yekîtiya me û biratiya gelan a ku li bakurê sûriyê me daye avakirin.
Li ser navê (TEV-DEM) heval Bedran û Kongireya Star Mûna Yûsif axifîn.
Meş bi daxwiyaniya bi navê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) a eyaleta Serêkaniyê bi dawî bû.
(V.M)
WAŞÛKANÎ F.M