Ji YRA‘yê çalakiya 3‘yê Gulanê

QAMIŞLO- YRA‘yê bi boneya Roja Cîhanê ya Rojnamegeriyê, çalakiyeke li dar xist. Di çalakiyê de şehîdên çapemeniyê hatin bi bîr anîn û êrîşên li dijî desgehên çapemeniyê û rojnamevanan hatin protostokirin.QAM-MESA-ROJNEMEVAN-JI-BO-BE-DENGIYE ‫(173539842)‬ ‫‬

Bi boneya Roja Cîhanê ya Rojnamegeriyê û bi armanca protostokirina êrîşên li dijî çapemeniyê, her wiha ji bo bîranîna şehîdên ragihandinê, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) meşek organîze kir.

Meş ji çerxeriya Osman Sebirî ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan rojnamevana dest pê kir.

Rojnamevanan wêneyên şehîdên çapemeniyê yên şoreşa Rojava “Aram Can, Mistefa Mihemd, Ristem Çêlo, Eylûl Nûhilat, Xerîb Welat, Heqî Bagok, Rêwan Kênco, Şîlan Botan, her wiha rojnamevanên ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP‘ê û li Başûr jî bi destê çeteyên PDK‘ê û DAIŞ şehîd bûne, hildad bûn û pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî û Engilîzî ” Ji azadiya çapemeniyê re erê”, “3‘yê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Rojnamegeriyê  azadiya me ye” ,”Ji tundiya li ser rojnamevanan re na”, “Rojnamevanên heqîqerê nekujin” û  “Karê rojnamevaniyê ne suceke” vekirin, wekî din jî sembolên Ronahî TV, Stêrk TV û NewsCannel hilda bûn.QAM-MESA-ROJNEMEVAN-JI-BO-BE-DENGIYE ‫(173539841)‬ ‫‬

Rojnamevanan heye taxa Hilêliyên li pêşiya ber avahiya Ronahî TV meşyan û bê navber dirûşîmeyên azadiya çapemeniyê û şermezarkirina êrîşên AKP‘ê yên ser destgehên çapemeniyê beriz dikirin.

Li wir Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Ekrem Berekat daxuyaniyeke devkî da.

Berekat di destpêka gotinên xwe de Rojava Cîhanê ya Rojnamegeriyê li hemû rojnamevanên Rojava, Bakurê Sûriyê û Kurdistanê pîroz kir û got: “Rojnamevanên Rojava û Kurdistanê ji bo ragihandina rastiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ji cîhanê re jiyana xwe feda kirin.”QAM-MESA-ROJNEMEVAN-JI-BO-BE-DENGIYE ‫(173539843)‬ ‫‬

Ekrem Berekat anî ziman ku li gelê têkoşîna mezin a rojnamevanan, dewleta Tirk êrîşî dezgehên çapemeniyê dikin û wiha got: “Dewleta Tirk ne tenê rojnamevanan dike hedef, lê belê giha wê astê ku saziyên çapemeniyê bombebaran bike, rêxisitnên navdewletî yên peywendîdar li hember van kiryaran bê deng e.”

Hevserokê YRA‘yê Ekrem Berekat di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navnetewî kir ku li  hember êrîşên dewleta Tirk ê li dijî rojnamevanan û saziyên çapemeniyê ji bê dengiyê derkeve û daxwaz ji wan kir ku serdana Rojava û Bakurê Sûriyê bikin ku ji nêzî rewşa çapemeniyê nas bikin.