DAIŞ`ê erebeyeke bombekirî di nava sivîlan de teqand

GIRÊ SPÎ – Di teqîna tirimbêleke bombekirî ku li gundê El-Xebas a Reqqayê de pêk hat 4 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Çetekeyî DAIŞʹê xwe bi erebeya xwe ya bombekirî di nava sivîlên gundê El-Xebas de teqand û di encamê de 4 sivîl ku ji meman malbatê ne, birîndar bûn. Gundê El- Xebas 21 kîlometreyan  li bakurê rojavayê bajarê Reqqayê ye.

Kesên di êrîşê de birîndar bû ev in: ʺMehmûd El-Xebas (51), hevjîna wî Fatme El-Efer(47) û du zarokên wan Cuma Mehmûd El-Xebas (24) û Meha Mehmûd El-Xebas a (18 )ʺ

Herçar birîndar li nexweşxaneya El-wetenî ya bajarê Girê Spî tên dermankirin. Derbarê rewşa birîndaran de kadroyê tenduristiya nexweşxaneyê diyar kir ku piştî pêkanînên pêwîst rewşa birîndaran baş bûne.

Welatî Mehmûd El-Xebas ku di lingê xwe de birîndar bûye bi dengekî bilind wiha got: ʺXwedê ji wan ne razîbe, ew îdiaya îslamê dikin û îslametî ji wan dûre.ʺ