MSD′ê rizgarkirina Tebqa û Bendavê li gelê Sûriyê pîroz kir

REQQA – MSD′ê serdana bajarê Tebqayê û Bendava Firatê yên rizgarkirî kir  û rizgarkirina wan li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir.

Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed, Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD′ê Hikmet Hebîb, mîralayî Husam Ewak, Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsê Ebdulqadir El-Mûhid û Endamên Meclîsê  serdana bajarê Tebqayê û Bendava Firatê yên rizgarkirî kirin.

Şande li ser Bendavê rawestiya û bi navê MSD′ê Hikmet Hebîb axivî, rizgarkirina Tebqayê û Bendava Firatê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir. Her wiha spasiya QSD′ê kir ku gelek serkeftin bi dest xistin û soza domandina têkoşînê û piştgiriya QSD′ê da.

Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed jî rizgarkirina bajar û Bendavê li şervanan, şehîdan, malbatên wan û tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û wiha got: ″Dê di demeke nêz de Bendav were sererastkirin û bikeve xizmeta gel de.″

Her wiha şandeyê serdana çeperên şer jî kir û piştgiriya xwe ji hêzên QSD′ê re nîşan dan.

Niha Bendava Firatê ji mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandine, tê paqijkirin.