Li Tebqayê bi sedan mayîn hatine bêbandorkirin, xebat didome

TABQA Ekîba pspr a girêdayî  QSD`ê bi sedan mayînên ku çeteyên DAIŞʹê li Tebqa û derdora wê çandibûn, piştî bajar hate rizgarkirin bê bandor kirin. Xebatên paqijkirina mayînan hîn jî didome.

Piştî ku bajarê Tabqa di 10ʹê Gulanê de hate rizgarkirin, ekîpên pspor a girêdayî QSDʹê dest bi rakirin û bê bandorkirina mayînan, kirin.REQQA-TEBQA-VEKIRNA-MAYINA

Ekîpên pspor ên rakirina mayînan heta niha bi sedan mayînên çeteyan bê bandor kirine û hîn jî xebatên paqijkirina herêmê bê navber didome.

Xebatkarên pspor ên rakirina mayînan gotin ku ew bi derfetên kêm herêmê ji mayînan paqij dikin û destnîşan kir ku wan herêmên sivîl ji mayînan paqij kirin da ku sivîl vegerin warê xwe.

Endamên ekîpa paqijkirina mayînan dane zanîn ku çeteyan bi hezarna mayîn çandine û destnîşan kirin ku ew bi baldarî herêmê paqij dikin da ku ewlekariya sivîlan biparêzin.