2 hezar û 240 koçberên din xwe spartin Efrînê

EFRÎN – 2 hezar û 240 koçberên ji herêmên cûda yên Sûriyê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ  û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, xwe spartin Kantona Efrînê.EFRIN-REWSA-KUCEBIREAN (1)

Rojn e bi sedan koçberên ji herêmên din bin  dagirkeriya dewleta Tikr û çeteyên DAIŞ`ê de, berê xwe didin Kantona Efrînên.

Di nava 2 rojên dawî de, 2 hezar û 240 koçber ji herêmên” Îzaz, Cerablûs, Dêr Hafir, Meskene, Bab, Soran, Reqqa, Bokemal û Tedmûr” û ji herêmên din yên Sûriyê, xwe spartin Kantona Efrînê.

Koçber di deriyê rojhilat ê kantonê de, di gundê Qitmê ya navçeya Şera re derbasî kantonê bûn.