Gerîlayan derbeyên mezin li artêşa dagirker xistin: 19 leşker hatin kuştin

hpgNavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li hermên cuda yên Bakurê Kurdistanê di çalakiyên gerîlayan ên li dar xistin de herî kêm 19 leşker hatine kuştin.

HPG’ê diyar kir ku li Geverê 5, li Şemzînan 1, li Çelê 10, li Wanê 2 û li Mêrdînê jî 1 leşker hatine kuştin.

HGP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li Şemzînanê jî helîkopterekî Skorsky jî hatiye derbkirin.

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“8’ê Hezîranê saet 10:00’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Genîş ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek ya sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li derdorî xwe bi obus û hewanan ketober bomberdûman kiriye û helîkoptera Skorsky ya ku ji bo kuştî û birîndarên xwe rakirin bûn hedefa hêzên me yên gerîla û hate lêxistin. Helîkoptera Skorsky ya ku hate derbkirin neçar ma ji qadê xwe dûr bixe.

7’ê Hezîranê saet 07:00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk li Girê Şehîd Rehîme ya navçeya Gever a Colemêrgê rêzeçalakiyên sekvaniyê lidar xistine. Hêzên me leşkerên li ser gir bicih bibûn kirin hedef û lêxistin, di encama lêxistina zelal a hêzên me de li vir 5 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Dîsa heman rojê saet 08:00’an de hêzên me li heman qadê dozera kul i ser Girê Şehîd Karker ku ji bo artêşa Tirk rê çêdikirin kire hedef û lêxistin. Di encamê de dozer hate îmhakirin.

7’ê Hezîranê saet 08:00’an, hêzên me li dijî konvoya leşkerî ya ku leşkerên artêşa Tirk a li Girê Şehîd Zekî û Şehîd Cîhat ên navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi pêşve diçûn ewlekariya wan digirtin çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan bi awayekî dijwar qad bomberdûman kiriye.

7`ê Hezîranê hêzên me li dijî yekîneykî leşkerên artêşa TC ya ku li Girê Şehîd Mazlûm a girêdayî Çelê di nava tevgerê de bûn çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de jî 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 17:30’an de hêzên me li dijî yekîneyekî artêşa Tirk ên li qontara Merganiş a girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistine, li vir leşekerke hate kuştin.

7-6’ê Hezîranê hêzên me li dijî leşkerên li girê Koordîne yê li herêma Çarçela ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirk ev demeke ku li derdorî Qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê yekîneyên veşatî bi cih dikin. Hêzên me yên ku ev demek bû ev hêz şopandin 7’ê Hezîranê saet 17:00’an çalakiyek lidar xistine. Di encama lêxistinekî kurt a hêzên me e 2 JOH hatin kuştin. Piştî çalakiyê Qereqola Şamanis derdorî xwe bi obus û hewanan ketober topbaran kirin.

7’ê Hezîranê hêzên veşartî yên artêşa TC li derdorî gundên Xelîla, Basqil, Rover û Sêmalka ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me dîsa heman rojê saet 19:40’an, li nêzî Gundê Sêmalka li dijî yekîneyekî veşatî çalakiyek lidar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirk a dagirker heman rojê saet di navbera 21:00 û 21:30’an de bi helîkopterên Kobra derdorî Gundê Sêmalka bomberdûman kiriye.

Artêşa Tirk bi beşdariya hezaran leşker, tîmên taybet, cerdevan û kontrayan ve 4’ê Hezîranê li herêma Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyonekî ya dagirkirinê kirine. Operasyon 9’ê Hezîranê (îro) bê ku encamekê bigire paşve vekişiyaye. Dîsa li qadê tevgera yekîneyên veşartî ya li herêmê dewam dike.

8`ê Hezîranê saet 13:00-13:30’an, balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk devera Tabûra Êreba a li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê ya Medyayê bobmerdûman kirine.”