YCR ‘ê meşek ji bo Şengal li dar xistin.

SERÊKANIYÊ: Ji bo şermezarkirina salvegera komkujiya şengalê bi hezaran ciwan ji hemû bajarên kantona cizîrê meşek dirêj li dar xistin.
Meş ji qada azadî ya bajarê Dêrikê destpêkir û dewamkir heta qampa newroz û di bin dirşmeya ” Tola jinên şengalê soza jinên azade ” domkir, piştî ku meş li qampa newroz rawestiya Mîdiya Qamişlo li ser navê jinên ciwan û Hawar Şêrawa bi navê YCR ‘ê axifîn û wiha gotin: em komkujiya li ser şengalê şermezar dikin û bejna xwe li hember şehîdên kokujiyê ditewînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin .
Meş bi dirşmeya ” bijî serok APO ” Û ”bijî şengal ” bi dawî bû.

(VIYAN MISTEFA)

WAŞÛKANÎ F.M%d9%a2%d9%a0%d9%a1%d9%a7%d9%a0%d9%a8%d9%a0%d9%a3_%d9%a1%d9%a7%d9%a5%d9%a6%d9%a3%d9%a3