Dawîkirina perwerdeya Akademiya Ş. Rustem Cûdî bi daxwiyaniyekê

Serêkaniyê: Dewreya bi navê  şehîd Viyan Batman ya ku li akademiya Ş. Rustem Cûdî hatibû despêkirin bi dawîbû.

Dewre bi tevlîbûna 27 endamên sazî, meclis û komînan bi dayîna dersên Îdolojî bû, dewre 25 rojan dewamkir, Dewre bi daxwiyaniyekê li dijî tecrîd û işkenceya li ser Rêberê gelê kurd Abdula Ocelan hat bi dawîkirin.

 

Daxwiyanî wiha bû:

 

 

Em Bi Navê Akademiyên Civaka Demoqratîk a Eyaleta Serêkaniyê.

 

Tecrîda giran ya li ser Rêberê gelê kurd Abdula Ocelan bi tundî şermezar û nelet dikin.

Dewleta Turk bi serkêşiya hikûmeta AKPê ku ev bûye zêdetirî 3ê salan işkence û tecrîda xwe li ser Rêbertiya me dide meşandin , û hemî mafên mirovahî li hemberî serokatiya me bin pêk kiriye , dewleta Turk dixwaze bi riya işkenceyê re gel û serokatiya me ji hev qut bike û doza gelê kurd jî ji holê rake, lê gelê me yên qehreman bi hemî hêza xwe û bi bedelên gelekî giran buha besiva êrîşên hikûmeta AKPê dide û xwedî li rêber Apo derdikevin .

Em jî weke Akademiyên civaka demoqratîk bang li tevahiya hêzên navnetewî û yên mafên mirovan dikin ku idî li hember kiryarên qirêj yên dewleta turk bêdeng nemînin û ji bona tenduristiya R.Apo di nava liv û tevgerê debin ji ber ku tenduristî û azadiya R.Apo a tevahî gelên bindeste yên Rojhilata Navîne.

Her wiha em bang li tevahiya mirovên azadîxwaz dikin ku ji bona azadiya R.Apo bi hemî hêza xwe li kolanan bin û li hemberî tecrîd û kiryarên dewleta turk bêdeng nemînin .

Em soz didin ku em ê ji bo  azadiya R.Apo hertim di nava çalakiyan debin .

BIJÎ AZADIYA R.APO

BÊ SEROK JIYAN NABE.

WAŞ Û KANÎ F.M

(Viyan Mistefa)

%d9%a2%d9%a0%d9%a1%d9%a7%d9%a1%d9%a1%d9%a0%d9%a5_%d9%a1%d9%a3%d9%a2%d9%a9%d9%a3%d9%a7 img-20170920-wa0040