Ji bo azadiya Ocalan banga mezinkirina têkoşînê

Li Efrîn û Dêrikê girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn li dar xistin, di civînan de kurtejiyana Ocalan hate vegotin û ji bo azadkirina Ocalan banga mezinkrina têkoşînê hate kirin.

DÊRIK

Kongreya Star a herêma Dêrikê girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke li dar xisti.  Di civînê de ji bo azadkirina Ocalan banga mezinkrina têkoşînê hate kirin.

Civîn bi dirûşmeya “Sûnda me; em ê pergala Îmraliyê perçe bikin… Bi Rêber re azad bijîn” li Navenda Dîcleyê ya Çand û Hunerê civînek li dar xist hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di civînê de sinivizyoneke li ser jiyan û tekoşîna Rêber Ocelan hate pêşkêşkirin.

Paşê hevseroka kantona Qamişlo Perwîn Mihemed Emîn axivî û daxuya kirin ku hemû serkeftinên di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin berhemê  raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd e û got ku bi saya felsefeya wî jina kurd ji tevayî cîhanê bû mînaka berxwedanê.

Perwîn her wiha anî ziman ku projeya neteweya demokratîk, dewletên dagirker û mêtingerên Rojhilata Navîn  hejand û encamên vê yekê ramanê Ocalan e ku gelên Bakurê Sûriyeyê ji xwe re kirine mînak e.

Hevseroka kantona Qamişloyê Perwîn Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de ji bo azakirina Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha got ” Divê em tekoşîna xwe xurtir bikin ji bo rewşa wî bê zelalkirin û tenêhiştina ku serweriya tirkiyê li ser kiriye bê bi dawîkirin.

CINDÊRIS

Yekîtiya Jina Ciwan bi hevkariya Kongereya Star, li avahiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cindêrisê, civînek li dar xist. Di civînekê de senevîzyoneke li ser kurtejiyana Ocalan û nirxandinên wî hate pêşkêşkirin.EFRIN-PESKESKIRINA-SINEVIZYONAN (1)

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cindêrisê ya kantona Efrtînê Tekoşîn Efrîn axaftin kir û got “Piranya şoreşên welatên cîhanê têk çûn, ji ber ku rola jinê tê de tune bû. Lê Rêber Ocalan dema ku Tevgera Azadiya Kurdistsnê ava kir, roleke mezin da jinê.”

Tekoşîn wiha berdewam kir: ” Pirtûkên Rêber Ocelan li cîhanê têne dan. Ev tişt dide xuyakirin ku ramanên wî ji cîhanê re bûn mînak.”

Di dawiyê de, Tekoşîn bi bîr anî “PKK bi xwendekaran hat damezrandin, ji ber vê yekê em dibêjin ku xwendekar bingeha civakê ne û divê em her dem ji bo pêşketina civakê amade bin.”EFRIN-PESKESKIRINA-SINEVIZYONAN (2)

Civîn bi pêşkêşkirina senevizyonekê li ser têkoşîna Ocalan bi dawî bû.

BILBILÊ

Kongreya Star a li navçeya Bilbilê ya herêma Racoyê ya kantona Efrînê bi beşdarbûna bi sedan welatî, nûnerên TEV-DEM û saziyên sivîl civîneke li hola Eştar li dar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Raperîn Nûr Heqî axivî û pêşveçûnên dawî nirxand. Raperîn got “ne bi felsefeya Ocalan baya, me nikarîbû xwe ji rijîmên najadperest rizgar kiriba”.robarin nur heqi

Paşê senvezyona ku tê de nirxandinên Rêber li ser Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojava û kurtejiyana Ocelan dibêje; hate pêşkêşkirin.

Piştî bidawîkirina sinivizyonê, welatiyan tekez kirin ku ew ê li ser raman û felsefeya Ocelan bimeşin û ramana wî ya azad li hemû cîhanê belav bikin.