Xwestin ku Desteyeke serbixwe serdana Ocalan bike

EFRÎN – Şêniyên navçeya Mabeta xwestin ku Desteya serbixwe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.

Bi sedan şêniyên navçeya Mabeta ya Katona Efrînê û nûnerên TEV-DEM′ê, Kongreya Star, PYD′ê, Saziyên Civaka Sivîl, HPC′ê, Hêzên Asayîşê û trafîkê yên Navçeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek lidar xistin.XONE MISTEEFA

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM′ê hildan, her wiha pankartên ku li ser hatine nivîsîn ′Azadiya Ocalan misogeriya aştiya Rojhilata Navîne, Em dixwazin Desteyeke serbixwe biçe Îmraliyê, Jin ji bo azadiya Ocalan çalakiyan lidar dixe′ vekirin.

Meş ji navenda TEV-DEM′ê ya navçeyê dest pê kir û li ketina navçeyê rawestiya. Meşvanan deqeyek rêz girtin û bi dirûşmeyan azadiya Ocalan xwestin û tecrîd şermezar kirin.MISTEFA HESEN

Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Mustefa Hesen, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Xone Mustefa li ser komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin axivîn û dane zanîn ku armanca Tirkiyê ji vê yekê têkbirina vîna gelên azadîxwaze.

Di axaftinanan de aloziya Sûriyê hat nirxandin û hat gotin ku civîna Astana dê wekî Cinêvê be, her wiha girîngiya vexwendina nûnerên gelê Sûriyê hat vegotin.

Di dawiya meşê de meşvana dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin û xwestin ku Desteyeke serbixwe biçe Îmraliyê û serdana Ocalan bike.

(mm)

ANHA