PYD′ê xebatên xwe yên salekê nirxand

EFRÎN – PYD′ê li navçeya Cindirêsê kar û xebatên xwe di civîneke berfireh de nirxand.EFRIN-CENDERECE-CEVINA-BERFERH-YA-PYD ‫(40239618)‬ ‫‬

Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya duyemîn de, civînkeke berfireh li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê lidar xist û kar û xebatên xwe nirxand. Civîn di bin dirûşmeya ″Sûriyeya Federal misogeriya çareseriya demokratîk û jiyana hevbeş a gelan e″ de hat lidarxistin. Di civînê de bi dehan nûnerên PYD′ê û nûnerên Saziyên Sivîl amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rapora salane a Partiyê hat lidarxistin, derbarê wê de nîqaş hatin kirin û pêşînyarên beşdaran hatin guhdarkirin.

Di civînê de ev biryar hatin girtin:

*Endamên Partiyê bêne zêdekirin.

*Xurtkirina têkîliyên di navbera pêkhateyên navçeyê de.

*Divê Endamên Partiyê perwerdeya heftane bibînin.

*Divê civîn ji şêniyên navçeyê werin lidarxistin.

*Xurtkirina rêxistinên jin û ciwanên navçeyê.EFRIN-CENDERECE-CEVINA-BERFERH-YA-PYD ‫(40239619)‬ ‫‬

*pêşxistina projeyên aborî.

Piştre Mustefa Silêman, Ibrahîm Hoto, Zelûx Umer Reşîd, Ehmed Şeban Cuma, Mihemed Nûrî Mehmûd, Mustefa Elûş Nûrî û Ebdulrehman Xelîl Henan wekî Endamên Rêveberiya Partiyê ya navçeyê, hatin hilbijartin.

(mm)

ANHA