Li Başûr 17 kes bi çekên Tirkiyeyê hatin kuştin

092233_5736

HEWLÊR

Li gorî rêjeyên derketine holê li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê çekên ku tê gotin ji Tirkiyayê tên, di bazaran de bi awayekî serbest tên firotin, ew çek dibin sedema kuştina mirovan. Hate zanîn ku di nava 10 rojan de 17 kes bi çekên behsa mijarê hatine kuştin. Ji qurbaniyan 3 jin in. Tevî ku mirov têne kuştin jî hikumeta başûrê Kurdistanê tedbîran nagire.

Di salên dawîn de gelek kuştin an jî xwekuştin li Herêma Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Li gorî agahiyan sedemeke vê rewşê ew e ku di bazarên bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê de bi awayekî serbest çek tên firotin û ji bo pêşî lê bê girtin ji aliyê ewlekariya heremê ve tu tedbîr nehatine girtin.

Buhaya çekan daketiye 100 dolarî

Di van çend salên dawîn de ji ber têkçuna rêveberîya hikumeta herêmê, nebûna qanûneke bibandor, xirabûna rewşa siyasî, aborî û civakî herêma Kurdistanê ketiye rewşeke aloz. Bajarên herêma Kurdistanê bi taybet Hewlêr, bûye navenda firotina çekan û destûr ji kirîn û firotinê re nayê xwestin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ev çek ji Tirkiyeyê derbasî herêma Kurdistanê dibin û di bazaran de bi awayekî serbest tên firotin. Ji ber zêdebûna van çekan li hemû bajarên herêma Kurdistanê gelek kes li kolanan tên kuştin, yan jî xwe dikujin. Her roja ku diçe revandina kesan, kuştin û talankirina ji aliyê kesên nediyar ve zêde dibe.

Di 10 rojan de 17 kes hatin kuştin

Li herêma Kurdistanê li bazarên gel ji ber zêdebûna firotina çekên bêdestûr rojane dibin sedema mirina gelek kesan. Bûyerên di nava 10 rojên dawîn de pêk hatine, wiha ne:

* Di 27’ê Hezîrana 2018’an de saet di 23:30’an de hemwelatiyek bi navê  M.H.Q, (34) ku xelkê taxa Kêwereş a Ranyayê ye, dema li navçeya Çarqurne taxa Yekitî li mala xizmê wî yê bi navê K.M.M bazara çek dikir, fîşek di destê wan de teqiya û jiyana xwe ji dest da.

*Di  27’ê Hezîrana 2018’an de ciwanê bi navê Karwan Îbrahîm (27) li qezaya Mêrgesor saet di 14.00’an de tê îdiakirin ku bi guleyekê xwe kuştiye. Karwan Îbrahîm ku xwendekarê pola 12’an bû, di heman demê de pêşmerge bû.

* Di 26’ê Hezîrana 2018’an de ciwanê bi navê Mehemed Kemal Ebdullah (17) di Mizgefta Ebubekir Sedîq a li navçeya Pênciwên daliqandî hat dîtin. Li gel daliqandî hate dîtin jî li ser termê Ebdullah şopên guleyan hatin dîtin, lê sedema mirina wî nehate zanîn.

*Di 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Tasluce ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, 2 hemwelatî ji ber sedemên civakî bi çekan hatin kuştin. Her du kesên ku navên wan nehatin zanîn, tê gotin ku yek ji wan rêveberê pêşmergeyên heremê ye. Hat diyarkirin ku di bûyerê de 3 maşîne, 3 keleş û 2 demançe hatin desteserkirin û bûyer ji alîyê polîsan ve tê lêkolînkirin.

* Hat destnîşankirin ku li Hewlêrê li ser Cadeya 100 Metrî, 2 kesên nasnameyêb wan nehat zanîn, bi çek êrîşî kargehekê kir û di encamê de 2 kes bav û kur ku navên wan nehatin zelalkirin, hatin kuştin. Heta niha der barê bûyerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tu daxuyanî nehatine dayîn.

* Hat îdiakirin ku li taxa Asûde ya navçeya Çemçemal ciwanekî 18 salî bi 2 guleyan dawî li jiyana xwe anî. Bûyer ji aliyê polîsan ve tê lêkolînkirin.

*Di 21’ê Hezîrana 2018’an de li ser rêya Kesnezan û Hewlêrê ciwanekî xelkê Koyê ji aliyê kesekî nediyar ve bi çekê hat kuştin. Sedema bûyerê nehat zanîn.

* Beriya vê bûyerê li Hewlêrê kesekî 27 salî ji ber sedema şikandina otomobîlê ji aliyê xwedîyê wê ve hat kuştin.

* Dîsa 2 roj berê li Hewlêrê li taxa Koran ciwanek bi navê Nebî Eziz bi heman sedemê li mala xwe ji aliyê kesekî ve bi 4 guleyan li ber deriyê mala xwe hat kuştin.

* Di 20’ê Hezîrana 2018’an de kesekî 28 salî li bajarê Helebçe hat îdiakirin ku bi çeka xwe  dawî li jiyana xwe anî. Sedemê xwekuştina wî ji aloyê polîsan ve tê lêkolînkirin.

Qurbaniyên jin

Hate destnîşankirin ku ji van 17 bûyerên kuştinê 3 yên jinan in.

*Di 25’ê Hezîrana 2018’an de hat îdiakirin ku jineke navê wê nehat zanîn di Girtîgeha Çaksazî ya Jinan a Hewlerê de di serşoyê de daliqandî hate dîtin. Hat diyarkirin ku jin 2 roj berê ji ber sedemên civakî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre jî biribûn girtîgehê.

*Di 24’ê Hezîrana 2018’an de, jineke ciwan (26) li senterê jinan a li taxa Qirge ya bajarê Silêmaniyê daliqandî hatiye dîtin û jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha di heman rojê de jineke din a ciwan ji ber sedemeke nediyar agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.

Li Hewlêrê texsiyên bêplaka û parçeyên çekên bêdestûr hatin girtin. 

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di rêgiriya kontrolkirina rêya deşta Hewlêrê de çend parçeyên çekan, kêr, alavên boksê, otomobîlên camreş û bêplaka hatin desteserkirin. Hêjayî gotinê ye ku di hefteya dawîn de li herêma Kurdistanê bi dehan kes xwe bi van çekan kuştiye yan ji hatine kuştin.