Eşîreya El-Bobne serdana Asayîşa Efrînê kir

EFRÎN – Rûspiyên eşîreya El-Bobne serdana navenda Hêzên Asayîşê ya Kantona Efrînê kirin û spasiya wan kirin ku ewlehiya herêmê diparêzin.EFRIN-MECLISA-ROSEPIYEN-BUBENE-SERDANA-ASAYISE-KERIN ‫(40239618)‬ ‫‬

Serokê Melcîsa eşîreya El-Bobne şêx Fewaz Xelîl, rûspiyên Meclîsê, serokê Komîteya Têkîliyên Dîplomaktîk a TEV-DEM′ê Heysem Menla û Endamê Komîteyê Ebdulrehman Selman serdana navenda Hêzên Asayîşa Kantona Efrînê kirin û ji aliyê Berdevê Fermî yê Hêzên Asayîşê Cegerxwîn Memo û Endamê Rêberiya Hêzên Asayîşê Şekir Memo ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de rûspiyê eşîreyê Şerîf Cemo bal kişand ser keda ku Hêzên Asayîşê ji bo parastina herêmê didin û wiha axivî: ″Di dema dawî bi zêdebûna êrîşên li ser herêmê, Hêzên Asayîşê noqteyên kontrolê xurt kirin.″

Di dawiya serdanê de Berdevê Fermî yê Hêzên Asayîşê Cegerxwîn Memo da zanîn ku parastina Kantonê erka her kesî ye, her wiha destnîşan kir ku divê şêniyên herêmê ji ewlekariya herêmê piştgiriya Hêzên Asayîşê bikin.

(mm)

ANHA

EFRIN-MECLISA-ROSEPIYEN-BUBENE-SERDANA-ASAYISE-KERIN ‫(1)‬ ‫‬ EFRIN-MECLISA-ROSEPIYEN-BUBENE-SERDANA-ASAYISE-KERIN ‫(1)‬