Welatiyekî din bû qurbaniya topbarana artêşa dagirker

MINBICLi gundewarên rojhilatê Babê ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekê ji gundê Bezaa ya 4 km dikeve rojhilatê bajarê Babê ragihand ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gund de, welatiyê bi navê Ebdulrezaq Mihemed Xezal El-Remo jiyana xwe ji dest da.

Malpera Mersed a Mafên Mirovan da zanîn ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a ku ji 24′ê xebatê de dest pê kir heta 16′ê meha çile, 332 welatiyên sivîl (di nav de 75 zarok û 43 jin) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

(mm)

ANHA