Li Serêkaniyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

SERÊKANIYÊ – Navenda Çand û Hunerê bi boneya Cejna Newrozê bi diruşmeya ʺAzadî ji zaroktiyê ve dest pê dikeʺ şahiyek lidar xist.SRK-NEWROZA-ZAROKA1

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ya Serêkaniyê şahiyek zarokan bi diruşmeya ʺAzadî ji zaroktiyê ve destpê dikeʺ lidarxistin. Şahî li navenda çand û hunerê ya bajar hate lidarxistin.Bi sedan zarok û malbatên wan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir, paşê koma Şehîd Yekta ya Şano, Koma Mîtan ya Dîlanan û Koma Şehîd Şînda ya stran govend, şano û stranên xwe pêkêş kirin û beşdar bi coşa Newrozê şa kirin.

Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.