Amadekariya avakirina hengên leşkerî tê kirin

EFRÎN – Desteya Parstinê bi armanca pênasekirina avakirina hengên leşkerî (Foc) yên YPGʹê di navçeyan de civîn lidar xist.EBDO IBRAHIM

Desteya Parastinê ya Efrînê li navçeya Şera bi armanca pênasekirina avakirina hegên leşkerî (Foc) civînek lidar xist. Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweseriya Demoratîk Osman Şêx Îsa, Hevserokê MEclîsa Zagonsaz Mihemede Sayîd, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrehîm, şervanên YPG û bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî civîna ku li salona civînan a navçeyê hate lidarxistin bûn.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrehîm axivî û bal kişand ser rewşa dawî ya li Sûriyê û Rojava û destnîşan kir ku di herêmê de gelek guhertin pêk hatine û wiha dom kir: ʺJi destpêka şoreşa Sûriyê û Rojava û heta niha gelek serkeftin hatin bidest xistin  û wiha dom kir: ʺTevî gelek pîlanên dijber jî gelê Rojava gelek serkeftin bi dest xistin. Destkeftiyên heyî bi saya berxwedana YPG/YPJʹê pêk hatine, wan bing û zemîna serkeftinan mezin kiriye.ʺEFR-SERA-CIVIN JI BO DANASINA FOCA YPG (2)

Ebod, da zanîn ku avakirina hegan di navçeyan de girînge ji bo parstina herêmê û amadekariya bersivadayîna hemû êrîşan û tuga dê riya tevlîbûnê destnîşan bike.

Ebdo her wiha şertên tevlîbûna hengê  jî wiha rêz kir: ʺ 1-Divê temenê endamê tevlî bibe di navbera 18 û 35 salan be.

2-Nexweşiyên giran bi wî re nîn be

3-xwedî exlaqekî baş be

4- Ji bo pastina Rojava û tevahiya Sûriyê amade beʺ

Di civînê de her wiha  Serokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seyîd jî axivîn û gotin ku pêwîste civan tevlî nava hengên

YPGʹê bibin û di parstina herêmê de cihê xwe bigirin.

(dc)

ANHA

MIHEMED SEHID ISMAN SEX IS