Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî rêjîmê kir, li Helebê jî şer didome

HELEB – Piştî bê dengiya 24 saet careke din li Helebê şer di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de rû da. Balafirên şer ên Rûsiya û Sûriyê ji nû ve dest bi êrîşên cihên çeteyên DAIŞ`ê û Komên çete yên piştgiriyê ji AKPʹê digirin kirin.

Tevî agirbesta di 30 Mijdara 2016`an de ku li Sûriyê hatiye ragihandin jî lê şer û topbaran di navbera hêzên rejîmê û komên çete de li bajarê Helebê û gundewarên wê didome.

Hêzên rejîma Sûriyê û komên çeteyên desteka xwe ji AKP`ê werdgirin ji aliyekî din ve hewil didin li bajarê Helebê û Gundewarên wê pêş ketin.

Balafirên şer ên Rûsiya bombebarana xwe li ser taxa Raşidîn (beşê di bin serweriya çeteyan de), bajaroka Xan Esel a gundewarên rojavayê Helebê zêde kir. hat ragihandin ku birîndar di nava sivîlan û çeteyan de hene.

Komên çete yên ji aliyê AKP`ê ve tên destekdayîn nuqteyên bicihbûnê yên hêzên rejîmê û hevkarên wê li taxa Cimiyet El-Zehra ya gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin. Li gor hatiye ragihandin çeteyan erebeyeke rejîma Sûriyê ku çekên reşaş hilgirtibû rûxandin.

Ii gundewarên başûrê Helebê jî, hêzên rejîmê û hevkarên wê cihên komên çete li bajaroka El-Îs û Xilse bi topavêjên giran hedef girtin, di encamê de hejmarek çete hatin kuştin.

Hêzên rajîmê û alîgiryên wê gundê Til Bacer a gundewarên başûr jî bi topavêjên giran topbaran kirin. li gor çalakvanan di topbaranê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek din jî birîndar bûn.

Tevî derbeyên esmanî yên balafirên şer ên Sûriyê û Rûsiya li ser cihên çeteyan, hêzên rejîmê ti pêşveçûn bi dest nexist, li gor çavdêran sedema yekemîn a ku nehiştiya hêzên rejîmê û hevkarên wê pêşve herin, desteka AKP`ê ji komên çeteyan re ye ku dixwaze bingeheke leşkerî li çiyayê şêx berekat a nêzç bajarê Darit Ize ya gundewarên rojavayê bajarê Helebê, ava bike ye.

Êrîşên komên çete li ser Helebê û gundewarên wê ji bo kêmkirina fişara li ser çeteyên li paytexta Sûriyê Şamê û gundewarên parêzgeha Hemayê ye, piştî ku hêzên rejîmê pêşve çû.

DAIŞ`ê Îrîş hêzên rejîmê kir

Li gundewarên başûrê bajarê Helebê çeteyên DAIŞ`ê êrîş cihên hêzên rejîma Sûriyê û hevkarên wê li gundê Um Meyal rojhilatê Xenasir a gundewarê başûrê bajarê Helebê kirin. li gor çalakvanan çeteyên DAIŞ`ê karîbûn ziyanê di rehên hêzên rejîmê de çêkin û 4 kes ji hêzên rejîmê jî girtin.

Çalakvana diyar kirin ku Hêzên rejîmê û hevkarên wê karîbûn êrîşa duyemîn a çeteyên DAIŞ`ê li derdora xenasir bişkînin.

Bajarê Xenasir ji ber ku paytexta Sûriyê Şamê û bajarê Helebê ji hev qut dike cihekî girîng tê hesabkirin, ketina wê di destê çeteyan de tê wateya qutkirina paytextê ji bajarê Helebê û gundewarên wê.

Balafirên şer ên Sûriyê û Rûsiya hejmarek êrîşên esmanî li ser balefirgeha El-Cerah û bajarê Meskenê ya di bin serweriya çeteyên DAI`ê de li gundewarên rojhilatê Helebê, pêk anîn.

Ji sere vê sibehê ve balafirên şer ên Rûsiya û Sûriyê li esmanê bajarê Helebê û gundewarên wê difirin.