ʹArtêşek ji DAIŞ`ê li Tirkiyê bi awayekî fermî heyeʹ

KOBANÊ – Nûr El-Huda li ber çavên leşkerên Tirk di sînor re derbasî Sûriyê bû û da zanîn ku artêşek ji DAIŞ`ê li Tirkiye heye, xwedî cihên fermî ne û bi serbest tevdigerin.

Nûr hevjîna çeteyekî DAIŞ`ê ye ku ji Lubnanê tevlî bibû û sînorê Sûriye-Tirkiye li aliyê herêmên Şehba kontrol dikir.

Nur El-Huda ya 20 salî ji bajarê Tereblusê yê Lubnanê ye. Di 2013`an de bi Bîlal El-Numan ê ji taxa Bab El-Remil a bajarê Terablûsê re dizewice û du zarokên wan çêdibin. Nûr da zanîn ku piştî zewacê, wê nas kir ku hevjînê wê di nava refên Fetih El-Îslam de ye aktîf e.

Tevlîbûna DAIŞ û derbasbûna Sûriye

Li gor Nûr vedibêje, hevserê wê bi riya xalê xwe koma Fetih El-Îslam nas kir, lê piştî ku DAIŞ`ê xîlafet li Sûriyeyê îlan kir, tevlî DAIŞ dibe û di roja yekemîn a 2015`an de derbasî Sûriyeyê dibe. Bi derbasbûna Sûriyeyê re hevserê Nûr destpêkê derbasî dewreyek perwerdeya çeteyan dibe, pişt re li şaxê koçberiyê  kar dike û jê derbasî asayîşa ser sînorê Sûriyê dibe.

Jina Lubnanî riya hatina xwe ji Sûriyeyê re wiha şîrove kir: “Piştî ku hevserê min cihê xwe li Sûriyê  çêkir, bi min re deng kir û pere rêkirin, ji bo ku ez pelên zarokan çêbikim û wiha em di riya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê. Min tevî zarokan berê xwe da bajarê Gazî Întab û bi riya endamên DAIŞ yên li Tirkiye em hatin bajarokê El-Raî, ji xwe hevserê min jî li wir bû.”

‘Artêşek ji DAIŞ`ê li Tirkiyeyê heye’

Nûr El-Huda  di nava gotinên xwe de  bal kişad ser têkiliya di navbera Tirkiye û çeteyên DAIŞ`ê de û wiha got:”Dema em derbasî Sûriye bûn, sînor vekirîbû, kesî em asteng nekirin, leşkerên Tirk li hawirdorê li me temaşe dikir, ez ne bi tenê bû, em komek bûn û her çûne û hatin hebû, endamên DAIŞ`ê bi serbestî di nîvê rojê de diçûn û dihatin”.

Nûr da zanîn ku tevger di deriyê sînorî yê Girê Spî hêsantir bû û ji xwe dema hevserê wê (Ebû Mihemed)di şerekî 2015`an de birîndar bû, derbasî nexweşxaneyên li Tirkiyê bûn û Nûr jî di Girê Spî re derbasî Tirkiye bû.

Piştî Nûr diçe Tirkiye, şevekê li gel maleke  nêzî DAIŞ`ê dibîne û pişt re diçe nexweşxaneyê gel hevserê xwe.

Nûr di nava axaftinên xwe de gelek caran têkiliyan Tirkiye bi çeteyên DAIŞ`ê piştrast kir û got ne tenê ew malbat, gelek çete li Tirkiyeyê hene û wiha pê de çû:”Em dikarin bêjin ku artêşeke ji DAIŞ`ê li Tirkiyê heye. Piraniya wan li Edene, Gazî Entab û Urfa çalak in, mîvanxaneyên wan hene, gelek ji wan bi serbestî tevdigerin û rastî tu lêpirsînan nayên.”

Bazirganiya petrolê di navbera DAIŞ û Tirkiye de

Nûr destnîşan kir ku piraniya xwarina çeteyan ji Tirkiyeyê dihat û çeteyên biyanî ji tiştên Sûriyeyê nedieciband û piranî yên ji Tirkiyeyê dihatin dixwarin.

Li ser bazirganiya di navbera Tirkiye û DAIŞ`ê de, Nûr destnîşan kir ku carekê hevserê wê Ebû Mihemed El-Lubnanî jê re gotiye ku DAIŞ`ê ji vê bazirganiyê sûdeke mezin digire, lê agahiyên bêhtir parve nekiriye.

Kuştina hevser û çûna mîvanxanê

Nûr da diyarkirin ku piştî salekê ji hatina wê ji Sûriyeyê re, piraniya malbatên çeteyan bi riya otubîsan ji bajarokê Raî çûn Minbicê û got:”Me nizanibû çima em derxistin, hevserê min ez gîhandim otubîsekê û hin mal nîşanî min da ku ez herim gel wan. Piştî 3`yê rojan ku ez gihîştim Minbicê, endamekî DAIŞ`ê agahî da ku hevserê min di 7`ê nîsana 2016`an de hatiye kuştin.”

Bi derbasbûna meh û nîvekê re, “Buroya Şehîdan” jê daxwaz dike ku ew here mîvanxanê û wê bi darê zorê dibin wir. Li wir derketin li wan tê qedexekirin, tu kesî alîkarî nedikir û şertên jiyanê zehmet bû. Di wê navberê de rayedarên DAIŞ`ê fereman didin ku jinên di mîvanxanê de ji Minbicê bên veguhestin û derbasî Reqayê bibin, ji ber Minbic dihate dorpêçkirin.

Nûr beriya biçe Reqayê li mîvanxanê 5 mehan dimîne, li wir çeteyê bi navê Yasîn Osman ê ji Tunsê nas dike û bi hev re dizewicin.  Nûr rewşa mîvanxaneyê wiha vegot em rastî zulmeke mezin hatin, jin rastî destdirêjî, lêdan û îşkencê dihatin.

Piştî demekê, hevserê Nûr erebeyek direvîne û tevî Nûr berê xwe didin bajarokê Meyadîn û ji wir riyekê peyda dikin û pê berê xwe didin herêmên QSD`ê.