Daxwiyaniyek ji bo serok hate dayin.

SERÊKANIYÊ- Kongira Star bi daxwiyaniyekê tecrîda li ser rêberê gelê kurd Ebdulah Ocelan şermezar kirin.
Îro di saetên piştî nîvro de, bi daxwiyaniyekê Rêxistina Kongira Star tecrîda hovane ya li ser rêber APO lenet û şermezar kir. bi dehan jinên bajarê Serêkaniyê tevlî daxwiyaniya şermezarkirinê bûn.
Daxwiyanî li ser girê dîrokî yê Til Helef hate dayin û pankar ku li ser hatibûn nivîsandin `Hêzên ku dijbertiya xwe li himber terorîzma Erdoxan nede nîşandan hevkarên wî ne, Tekoşînê bilind bikin rêber APO azad bikin` û alên kurdî hatibûn hildan û ji aliyê ciwanan ve navê rêber APO bi agir li ser gir hate dayin.
Daxwiyaniya bi zimanê kurdî ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Silava Şahîn ve hate xwednin :Di serî de em wekî rêxistina Kongra Star tecrîda hovane ya li ser rêberê mirovahiyê rêberê vîna azad bi tundî şermezar û lenet dikin. Wekî ku hûn dizanin ev demeke dirêjê rêberê gelê kurd Abdulah Ocelan rastî kiryarên hovane ji aliyê dewleta faşîst ya Tirk ve li ser rêber APO iddin meşandin.
Daxwiyanî wiha hate berdewam kirin “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl didi ku denh û hebûna gelê kurd bimpêk bike di riya tecrîda li ser rêber APO di nava çar dîwarên xwe yên sêwî de dîl bigre, lê rêber APO ku di roja me ya îro de pêşengtiya mirovahiyê û gerdûnê dike, lê beramberî van êrîşan serî netewand û her tim wekî ku rê naskirin bû jêdera berxwedan û tekoşîneke bêhempa ji tevahî gelê Arî û Rojhilata Navî re“.
Daxwiyanî wiha hate bi dawîkirin :Em soz didin ku em bi rihê Viyanan, Zîlana, Arînan û Bêrîtanan hemû hevalên ku dewreya xwe bi van dizê anîn û kedeke pir mezin û berdêlên herî giran dan, tekoşîn ş xwebatê bikin.
Daxwiyaniya bi zimanê Erebî ji Aliyê Şukriya Mihemed ve hate vexwendin.
Daxwiyanî bi duruşmeya ` bê serok jiyan nabe û jin jiyana azadî` bi dawî bû.fa

2017-7-31-daxwiyaniya-kongra-star-%e2%80%ab1%e2%80%ac(Viyan Miste)

WAŞÛKANÎ F.M