perwerde ji mamûstê ziman re li bajarê Serêkaniyê

Serêkaniyê –   KPC-D ya bajarê serêkaniyê   ji bo mamosteyan dewreyên perwerde vekirin. Dê mamoste img_0827bi riya van dewreyan perwerde li ser meteryalên dibistana seretayî , navîn û amadehî bibînin.

Di derbarê vê mijarê de hevserokê paymengeha Efaf ya beşa kurdî Hesen zeydo ji waş û kanî f.m re axvî û got : ev perwerde ji hemû mamûsteyan re ye û mamoste bi riya vê  perwerdê wê li ser meteryalên dibistana seretayî , navîn û amadehî bibînin û xwe bêtir xurt bikin ji hemû  aliyîyan , di dibstana Efaf de 54 mamûsteyên seretayî û navîn perwrdê dibînin herwiha 250 mamûsteyên amadahî hene , Hesen zeydo got ku dibistana Efaf mamûsteyên zimanê kurdî perwerdê têde dibinin û dibistana Salim mirhî û Ezîziyê û Menajîr mamûsteyên zimanê erebî perwerdê dibînin .di heman demê de hesen zeydo diyar kir ku ev perwerde ji 24 /6/2018 destpêkir û ta 20/8/2018 wê berdewam bike herwiha di dawîyê de wê nirxandin ji mamûsta re çêbive û gor nirxandina mamûste têne belavkirin li ser dibistanan.

Di dawiya axaftinimg_0825 a xwe de Hesen zeydo got ku ev perwerde derfetek herî mezine ji her mamûsteykî re ye ta xwe bêtir pêşbixîne û bêtir li ser xwe bisekine û hêviya serkeftinê ji hemû mamûsta re kir.