Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar duh di encama êrîşeke bombeyî de ji aliyê kesên ne nas ve li mala wê şehî bûn.
Bi hezeran şêniyên herêma Cizîrê, di nav de endam û rêveberên MSD‘ê û Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk beşdarî merasîmê oxirkirina Dîlan û xwişka wê bûn.
Girseya gel cenazeya her du şehîdan ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan girtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdên Teqînê ya li gundê Şêrcî ketin rê.
Piştî deqeyek rêzgirtin, endama rêveber a Kongre Star a Hesekê Şêrîn Osî û endama rêveber a Meclîsa Ciwanên Demokrat Albîn Ehmed axivî.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata her du şehîdan hate xwestin û her wiha soza şopandina riya her du şehîdan hate dayîn.
Piştre girseya gel cenazeya her du şehîdan di nav dûrişmeyan û tilîliyên dayîkan de spatrin axê.